Ji ber parvekirina Berîtan Sariya ceza dan Berîtan Canozer!

  • 14:21 17 Mijdar 2022
  • Hiqûq
 
AMED - Bi hinceta ku parvekirinên li ser medya dijîtal ên rojnamevan Berîtan Sarya rojnamevan Berîtan Canozer kirine, bi giştî 3 sal, mek û 5 roj cezayê hevesê dan Berîtan Canozer. 
 
Daneşîna 4'emîn a doza ku nûçegîhana me Berîtan Canozer bi îdaya "Bi rêya çapemeniyê propagandaya rêxistinê kiriye" jê tê darizandin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Berîtan tevli daneşînê nebû lê parêzerê wê Resul Temûr li salona dadgehê amade bû.  Daneşîna dozê ji aliyê Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firtatê, Komeleya Xebatkarên Medya û Hiqûqê (MLSA), Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê  (TGS) û gelek rojnamegeran ve hat şopandin.
 
'Divê esas neyê girtin'
 
Parêzer Resû Temur, diyar kir ku li ser navê Berîtanê tê îdakirin ku 4 hesabîn medya dîjîtal hene, lê ji van hesaban 3 ne aîdê muwekîla wî ne, ji ber ku ew nizanin makamê îdayê ji parvekirinên kîjan hesaban ceza dixwaze nizanin ew ê îdanameyê esas bigirin û wiha parastinê bikin.  Resûl diyar kir ku muwekîla wî parvekirinên ji hesabên xwe qebûl dike, lê hesabê Twîter ê "Berîtansarya" ne aîdê muwekîla wî ye, hesabê mijara gotinê xwediya hesap jî ji ser hesabê xwe ev eşkere kiriye. Resûl di berdewamiyê de wiha got, "Di lê kolîna hatiye kirin de jî ne diyare ku muwekîla min li ser vî hesabî parvekirin kiriye. Di çarçoveya dosyayek din de hesabên medya civakî yên muwekîla min hatin lêkolînkirin. Dadgeha Destûra Bingehîn pêkanîna 'dewriyeya Sanal' îptal kiriye. Li gel ku tu taqîbat tune ye delîlên bi vî awayî hatine komkirin dijhiqûqî ne. Divê li ber çav neyên girtin."
 
Dadgehê piştî navberê ji ber parvekirina ji hesabê ku Berîtan qebûl dike yê wê ye salek, 10 meh û 15 ro û ji ber hesbê ku ne yê wê aîdê "Berîtansarya" ye jî salek û 3 meh cezayê hevsê da Berîtanê. 
 
Parêzerê Berîtanê wê ji ber cezayê li berîtanê hat birîn serî li dadgeha îstinafê bide.