Hevseroka berê ya MEBYA -DER'ê Yuksel Almas hat tahliyekirin

  • 13:46 16 Mijdar 2022
  • Hiqûq
 
AMED - Danişîna doza Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas ku piştî xerakirina cezayê wê hat lidarxistin, 8 sal û mehek û nîv ceza lê hat birîn. Dadgehê bi vê hikmê re derbarê Yukselê de biryara berdanê da. 
 
Hevseroka Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) Yuksel Almaz ji doza komeleyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 10 sal cezayê hepsê lê hatibû birîn. Dadgeha Îstînafê vî cezayî xera kir û xwest Yuksel Almas carek din bê darizandin. Piştî xerakirina ceza danişîna dozê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. 
 
Yuksel û parêzerên xwe Muhîttîn Mûgûç û Hava Hulya Atli di danişînê de amade bûn. Dozger mutalaya xwe ya cezakirina Yukesê dubare kir û xwest Yukselê girtî bê darizandin. Yukselê bi kurdî parastina xwe kir û da zanîn ku komeleya wan li gorî rêgezên hiqûqî hatiye vekirin û xebatên xwe dike û wan tu karek bêhiqûqî nekiriye û xwest demdirêjiya girtina wê li ber çavan bê girtin û daxwaza berdan û beraetê kir. 
 
Parêzeran jî xwest miwekîla wan bê berdan û beraetkirin. 
 
Ceza birîn û tahliye kirin
 
Dadgehê ewilî 9 sal û 9 meh cezayê hepsê li Yukselê  birî û piştre  cezayê Yukkselê dixist 8 sal û mehek û nîvê. Dadgeh bi vê hikmê re derbarê Yukselê de biryara berdanê da.