Ayşe Gokkan dadgeh bi dirûşma 'Jin jiyan azadî" şermezar kir

  • 13:09 16 Mijdar 2022
  • Hiqûq
 
AMED - Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan a ku girtî tê darizandin, di daneşîna yekema a darizandina ku ji nû ve hat destpêkirin de dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kir û nîşana serkeftinê kir. 
 
Di doza ku Berdevka Demê ya  Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê jê dihat darizandi, cezayê 30 sal cezayê hepsê yê dadgehê bi îdiaya "Bi zanebûn û dildarî alîkariya rêxistinê kiriye" hatibû dayîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû betalkirin. . Yekemîn danişîna doza dosyaya ji nû ve hatibû vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di danişînê de Ayşe Gokkan û parêzerên wê Ozum Vurgun, Berfîn Gokkan û Gözde Engin amade bûn. Aktîvîstên TJA, Komeleya Rosa, Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (ÖHD), Baroya Amedê, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyyat Ceylan û rêxistinên saziyên sivîl jî beşdarî danişînê bûn.
 
Di danişînê de serokê dadgehê ewil bi bîr xist ku çima dosya hatiye xerakirin.
 
'Ez dadgeha we nas nakim'
 
Piştre Ayşe Gokkan axivî û diyar kir ku berê parastina xwe ya nivîskî kiriye. Ayşeyê got, "Ji ber nêzîkatiya li hemberî min û parêzerê min di rûniştina dawî de ez dadgeha we red dikim. Heyeta ku min û parêzerên min nas nekir ez jî nas nakim. Parastina min. Li vir dirûşma 'Jin jiyan azadî' ye ku li cîhanê belav bûye."
 
Hiqûqa dijiminane
 
Parêzerên Gokkan, jî axivîn û destnîşan kirin ku ji ber helwesta dadgehê ew di danişînan de di dema parastinê de xwe azad hîs nakin û ew ji biryarên dadgehê bi guman in. Parêzeran anî ziman ku hiqûqa dijminatiyê li dijî miwekîla wan tê sepandin. 
 
Jin jiyan azadî
 
Dadgehê ji bo daxwaza reda dadgerî ya Ayşe Gokan û parêzeran binirxîne eywana danişînê da valakirin. Di vê kêliyê de dema  Ayşe Gokkan birin eywana lêsekinandinê dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kir û nîşana serkeftinê kir. 
 
Dadgehê daxwaza redî dadgerî red kir û danişîn taloqî 18’ê çileya 2023’yan kir.