Meryem hat qetilkirin lê hîna kujerê wê li derve ye

  • 11:32 16 Mijdar 2022
  • Rojane
 
AMED - Malbata Meryem Sevîm a ku berî bi du rojan ji aliyê Musa Sevîm ve hat qetilkirin, banga ku bila kujerê wê bê girtin kir û wiha got, "Meryem ji bo jinên hatin qetilkirin bêdeng nema divê em jî li hemberî kuştina wê bêdeng nemînin.
 
Li navçeya Peyasê ya Amedê Mûsa Sevîm 2 roj berê bi çekê Meryem Sevîma (21) a ku jê cuda bûbû birîndar kir. Piştî ku kesên li derdorê agahî dan ekîbên polês û tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Meryem a ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl li wir jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Meryem ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî (ATK) û piştî otopsiyê cenaze li goristana Yenîkoyê ya navçeya Bağlar a Amedê hat definkirin. Tevî ku 2 roj di ser qetilkirina Meryem re derbas bûne jî hê jî kujerê Meryemê nehatiye binçavkirin.
 
Xizmên Meryemê têkildarî qetilkirina wê axivîn.
 
'Dihat tehdîtkirin'
 
Hevala Meryem Evîn Kaplan jî anî ziman ku Meryem li dijî qetilkirina gelek jinan deng veda û niha jî yek ji jinên di encama tundiya mêr de hatiye qetilkirin e û tiştên ku di roja bûyerê de qewimîn wiha bilêv kir: "Tiştekî ku em li bendê nebûn bû, ji ber ku ew jineke wêrek bû. Meryem her tim ji aliyê kujer ve dihat tehdîdkirin. Kujer dema ku fêr dibe  Meryem li qehwexaneyê ye, li qehwexaneyê rûdine, Meryem dibêje ku ew naxwaze pê re biaxive. Lê kujer dibêje ew ê bi wê re bizewice. Dema ku Meryem bi israr îtîraz dike, çekê  derdixe û Meryemê qetil dike. Paşê em hîn bûn ku qehwexaneya ku Meryem çûye qahwexaneya hevalê kujer e. Em nikarin xwe bigihînin qeydên kamerayê jî. Kujer nemiriye, xwe wek mirî nîşan dide. Lê em dizanin ku li gundekî Licê xwe vedişêre.”
 
Evînê anî ziman ku Meryem ji ber ku mêr naxwestiye hatiye qetilkirin û xwest di zûtirîn demê de kujer bê girtin û bişînin girtîgehê.
 
'Bila kujer bê cezakirin'
 
Piştre xwişka Meryemê Gulîstan Sevîm axivî û diyar kir ku gef li xuşka wê ahtiye xwarin. Gulîstanê li ser pirsa her jineke ku derkeve derve, li qehwexaneyekê yan li cihekî din rûne wê bê kuştin an na kir û diyar kir ku divê sûcdar bê ceza neyên hiştin. Gulîstan got, “Bila êdî jin neyên kuştin. Ne xwişka min û ne jî jinên hatine qetilkirin heq dikin ku ji jiyanê qut bibin. Em ê gilî bikin. Kujerê xuşka min gelek sûcên din kirine û qeydên wî yên sûc jî hene lê hîna jî li derve digere. Divê kujer bê girtin û cezayê pêwist lê bê birîn."
 
Herî dawî jî malbatê diyar kir ku wan giliyê sûcdar kirine û ew ê heta dawiyê li pey doza xwe bin.