RJAK'ê bernameya 25'ê Mijdarê eşkere kir

  • 10:36 16 Mijdar 2022
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - RJAK’ê bi daxuyaniyekê bang li hemû jin û azadîxwazan kir ku tevlî çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê bibin. RJAK’ê ragihand ku 25’ê Mijdarê ji bo mezinkirina qêrîna azadiyê, ji bo jinên Başûrê Kurdistanê demek guncav e.
 
Bi hatina 25 Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê re, li seranserê cîhanê çalakiyên cûr be cûr tên lidarxistin. Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên xwe eşkere kir. 
 
Daxuyaniya RJAK’ê wiha ye:
 
“Divê di hemû demê de şoreşa jinan were parastin.
 
Di demek ku 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê nêzîk dibe de, rewşa Rojhilata Navîn û Kurdistanê jî roj bi roj hestiyartir dibe. Her roja derbas dibe, dewlet li hemû herêmên Rojhilata Navîn bi taybet li Kurdistanê êrişên xwe zêdetir dike. Di nava salekê de rêjeya şîdeta li ser jinê zêde bûye. Ev jî tê wateya dibe ku navê hikumetan cûda bin, lê naverok û fikir heman tişt in û jin bi şêwazên cuda tên kuştin. Li Başûrê Kurdistanê roj bi roj em şahidiya hemû kiryarên tundîtujiyê dikin. Beriya niha jina pêşeng û akademîsyen Nagîhan Akarsel hate qetilkirin. Em dibînin di du mehên borî de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ çawa deng daye. Em jî weke RJAK'ê piştgiriya vê şoreşa pêwîst dikin. 25’ê Mijdarê ji bo bilindkirina qêrîna azadiyê, ji bo jinên Başûrê Kurdistanê demek gelek guncav e. Divê hemû jin dengê xwe bilind bikin, wek RJAK em ê weke salên borî bi şêwazên cuda çalakiyan li dar bixin. Em bang li hemû jinên azadîxwaz û rêxistinên jinan dikin ku tevlî çalakiyan bibin.”
 
Bernameya çalakiyên RJAK’ê wiha ye:
 
Pêşengeha wêneyan bi alîkariya Komeleya Jinên Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê (KJAR).
 
Li ser tundîtujiya dijî jinan rêze semîner.
 
Di 25’ê Mijdarê de bi tevlîbûna jinan û kesayetên azadîxwaz meş wê bê lidarxistin.