Serhildana Jînayê 2 meh li dû xwe hiştin

  • 10:25 16 Mijdar 2022
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di ser qetilkirina Jîna Emînî ya ku ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin re 2 meh derbas bûn. Di serî de jin gelên li rojhilatê Kurdistan û Îranê ku li dijî qetilkirina jînayê rabûn ser piyan, daketin qadn û bi dirûşma, "Jin jiyan azadî " ji daxwaza xwe ya azadiyê paşve gavê navêjin.
 
Jina Kurd Jîna Emînî di 13’ê Îlonê de ji aliyê “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê ve hate binçavkirin. Li qereqolê li jînayê îşkence hat kirin û di 16'ê Îlonê de li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Pişt qetilkirina Jînayê li bajarên rojhilatê Kurdistan û Îranê di serî de jin daketin qadan.
Welatiyên ku cenazeyê Jîna li Seqizê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" defin kirin  2 mehin kolanan terk nakin. Xwepêşandanên ku li Rojhilat dest pê kirin li seranserê Îranê belav bûn. Ji hemû pêkhateyan kes beşdarî xwenîşandanan dibin, ku piştî şoreşa îslamî ya Îranê di sala 1979'an de, serhildana herî mezin e  ku li  Îranê tê lidarxistin. Di heman demê de ev du meh in li gelek deverên cîhanê jî piştgirî ji çalakiyan re tê dayîn.
 
Ji ber ku rejîma Îranê li şûna ku daxwazên gel bi cih bîne êrîşî gel dike, dibe sedem ku xwepêşandan hîn zêdetir mezin bibin. Li Rojhilat û Îranê ku gelek çalakiyên protestoyî didomin, li gel boykotkirina xwendekaran a dibistanan, esna derabeyên kargehên xwe venekirin, li kolanan gel agir pêxist û gel paşve gavê navêje. Gelên Fars, Belûç, Azerî û gelên din ên li Îranê dijîn jî ev du meh in li qadan çalakiyan li dar dixin. Dema ku jin bi dirûşima "Jin jiyan azadî" beşdarî çalakiyan dibin, li dijî êrîşên li ser gelê Kurd jî bi gotina "Em hemû Kurd in" bertekên xwe nîşanî rejîma Îranê didin.
 
'Ger ku por tune be guneh jî tune ye'
 
Çalakiya herî balkêş a ji destpêka çalakiyan vir ve ew e ku jin bi gotina, "Gelo por tunebe guneh tune ye" porê xwe jêdikin û destmalên serê  xwe dişewitînin. Ji gelek deverên cîhanê jî piştgirî ji jinan re hat dayîn wan jî bi jêkirina porê xwe piştgirî dan jinan. Hunermend, rewşenbîr, siyasetmedar, aktîvîst û jinên ji hemû pêkhateyên civakan porê xwe jê kirin û piştgirî dan çalakiya jinên Rojhilat û Îranê.
 
Bi hezaran kes hatin binçavkirin
 
Li gorî daneyên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di nava du mehan a xwepêşandanên bê navber de li Rojhilat û Îranê 336 kes ku 54 ji wan zarok bûn hatin qetilkirin. 15 hezar û 94 sivîl û 441 xwendekar hatin binçavkirin. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ya 54 rojan, 43 jê zarok 9 jê jin bi giştî 326 kes hatine qetilkirin.