Astengkirina polîsan a ji bo xebatên 25’ê Mijdarê bi çalakiya rûniştinê hat protestokirin

  • 16:57 15 Mijdar 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - TJA’ê di çarçoveya xebatên xwe yên 25’ê Mijdarê xwest li Silopiyayê ji bo jinên ku hatine qetîlkirin çalakiya xeleka xemrî pêk bîne. Polîsan çalakî astengkirin, jinan li dijî astengkirina polîsan a li hemberî xebatên 25’ê Mijdarê bi çalakiya rûniştinê protesto kirin.
 
Tevgera Jinên Azad(TJA), di çarçoveya xebatên xwe yên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiyê li ser Jinê ya Cîhanê xwestin li kolana hunerê ya navçeya Silopiyayê ya Şirnexê, ji bo jinên ku hatine qetîl kirin xêleka xemrî pêk bînin. Lê belê navçeya Silopiyayê ji saetên sibehê ve ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin û polîsan nehişt ku tu kes bikeva avahiya HDP'ê ya Sîlopiyê û derkeve. Jinan hem li kolana hunerê hem jî li dora avahiya navçeyê bi saetan hatin sekinandin.
 
Piştî astengkirina polîsan jinên li kolana hunerê bi dirûşma “ Jin jiyan azadî” li ber avahiya navçeyê  kom bûn. Jinan li ber avahiya navçeyê daxuyanîyek da. Di daxuyaniyê de jinan posterên jinên ku hatine qetîlkirin hilgirtin.
 
‘Di kesayeta me de qêrîna jinan difetisînin’
 
Parlementera HDP’ê yê Şirnexê Nuran Îmîr di daxuyaniyê de axivî û astengkirina polîsan a li dijî çalakiyên 25’ê Mijdarê şermezar kir û wiha axivî: “Li Tirkiyê her roj jin ji hêla mêran ve tên qetîlkirin û jin bi tundî û destdirêjiyê re rûbirû dimînin. Lê belê li Kurdîstanê bi taybetî jî li herêma Şirnexê tundiya herî mezin ku jin jiyan dikin ji hêla emnîyeta Şirnexê ya li dijî jinan pêk tê. Em dixwazin deng û nerazîbûnên xwe yê li hemberê şer, alozî, qeyran, tundî û qetîlkirinê bilind bikin. Lê li her derê her xebat û çalakiyên me ji hêla emnîyetê Şirnexê ve tên astengkirin û bi sedan polîs û barîkatan em tên dorpêçkirin.. Dixwazin di kesayeta me de qirîna jinên ku azadiyê dixwazin bifetisînin.”
 
‘Em astengî û barîkatên we nas nakin’
 
Nuran, destnîşan kir ku di vî welatê de neyartiya li dijî jinan bi destê desthîlatdariyê tê bi rêxistin kirin û got: “Kuştina jinan parçeyek ji şerê taybete ku tê meşandin. Di vî welatê de jinên ku aştî û azadiyê dixwazin di hedefa desthîlatdariyê de ne. Sedema astengkirina çalakiya li Silopiyayê jî ji ber qetîlkirina Sakîne Kultur e. Sakîne Kultur bi destê kesekê girêdayî hêzên dewletê bi awayekî hovane hat qetîlkirin. Li Qilebanê Firdevs Babat dîsa bi heman şêwaze hate qetîlkirin. Li Hezexê Leyla Karaaslan û 3 keçên wê bi hovane hatin qetîlkirin û em her roj li van naçveyên xwe dixwazin balê bikşînin ser qetîlkirina jinên li Şirnexê lê di her navçeyê de jî emnîyet hemû hêzên xwe kom dike û astengî derdixe. Em van astengiyan nas nakin. Biryarên takekesî û bi kêfî em şermezar dikin. Li hemeberê van nêzîkatî û êrîşan em çalakiya rûniştînê pêk tînin û heta ku ew barikat ji holê rabin em ê çalakiya xwe berdewam bikin.”
 
Astengkirin bi çalakiya rûniştinê hat protestokirin
 
Piştî axaftina Nuran, jinan li ber avahiya navçeyê çalakiya runîştinê pêk anîn. Di çalakiyê de jinan dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî berxwedana jinan” berz kirin. Her wiha jinan stran jî  gotin.
 
Bername bi çalakiya rûniştinê hat berdewamkirin.