Li Kampa Holê termên 2 zarokan hatin dîtin

  • 16:47 15 Mijdar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên ewlekariyê cenazeyê 2 zarokên keç li ‘Beşa Muhacirat’ a jinên DAIŞ'î ya li kampa Holê dîtin.
 
Hêzên ewlekariyê cenazeyê 2 zarokên keç li ‘Beşa Muhacirat’ a jinên DAIŞ'î ya li kampa Holê dîtin. Çavkaniyên ji kampa Holê diyar kirin ku hêzên ewlekariyê yên berpirsyarên parastina kampê, cenazeyê wan 2 zarokên keç ku hatibûn serjêkirin, dîtine. Li gorî heman çavkaniyan, her du cenaze di "Beşa Muhacirat" a jinên DAIŞ'ê de hatine dîtin.
 
Hate zanîn ku temenên kuştiyan 11 û 15 e û ew bi eslê xwe ji Misirê ne, lê agahiyên din ên nasnameyên wan nehatine zanîn.
 
Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê bûyerê de hîna daxuyanî nedane.