Li Êlihê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê hat dayîn

  • 16:26 15 Mijdar 2022
  • Rojane
 
ÊLIH - Jinên ku li li Êlihê bi minasebeta çalakiyên 25'ê Mijdarê hatin gel hev û starta çalakiyên wê li dar bixin dan diyar kirin ku ew ê heta dawî têkolîna xwe ya ji bo azadiyê bidomînin.  
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî 25 Mijdarê Roja Têkoşîna Têkoşîna bi Tundiya li Jinê ya Navneteweyî  Navnetewî a nêz dibe li Êlihê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, Hevşaredara Êlihê a qeyûm tayînî şûna wê hate kirin Songul Korkmaz, Hevşaredara Kaniya Hênê Gulistan Sonuk, Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, jinên HDP’î û DBP’î û aktîvîstên TJA’yê tevli daxuyaniya li ber avahiya DBP’a Êlihê hate dayîn bûn. Di daxuyaniya pankarta “Jin jiyan azadî, li dijî faşîzmê û qirqirina jinan dem dema azadiya jinê ye” hate vekirin de aktîvîsta TJA’yê Şukran Çelebî axivî. 
 
Şukran, bal kişand ser tundiya li dijî jinê û wiha got: “Kesên ku hewl didin me li malan hepis bikin û bigirin bila bizanibin ku em ê berxwedana xwe bidomînin û têkoşîna ji bo azadiya jinê mezin bikin. Em ê di girtîgehên dewleta serwer a zilam de lêgerîna tazî, heqaret, şewitandina înfazan, pêkanînên lijneyan, bê pirtûk û rojname hiştinê û pratîkên tundiyê qebûl nekin. Em bi vê wesîleyê banga xwedî derketina Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ên ji bo zarokên xwe li ber xwe didin û berxwedana dayika Emîne Şenyaşar dikin. Dîsa bi têkoşîna gerdûnî ya hevkar a jinan di kesayeta Aysel Tûglûk a hate berdan de ji bo hemû girtiyên nexweş di heman ast û bîryardariyê em ê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
'Muxatabê pirsgirêkê Ocalan e’
 
Şukran, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike û wiha got: “Bi wesîleya 25’ê Mijdarê em careke din destnîşan dikin ku muxatabê esas yê pirsgirêka kurd Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û divê demildest bi wî re hevdîtinê bikin. Tecrîda Îmraliyê pirsgirêkan bêçare dihêle. Yekane rêya çareseriyê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e.”
 
'Têkolîna jinan wê bidome'
 
Şukran, da zanîn ku têkoşîna azadiyê ya jinan hatiye asteke ku nikare bê sekinandin û wiha pê de çû: “Weke TJA di hefteya 25’ê Mijdarê de li navend, navçe û gundên Êlihê her roj û saetê li her qad û kolana em lê ne em ê denge xwe bilind bikin û berxwedanê mezin bikin.” 
 
Jinan bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana jinan” û “Jin jiyan azadî” çalakiya xwe bi dawî kir.