Aysel Tugluk dîsa di dorpêça darazê de de

  • 15:12 15 Mijdar 2022
  • Hiqûq
 
AMED - Aysel Tugluk a ku piştî rapora ATK'ê ya "Nikare di girtîgehê de bimîne" hat tahiliyekirin vê carê jî bi hinceta bûyekreke ku tê îdakirin di 2014'an de qewimiyê derbarê wê de îdaname hat amadekirin.
 
Siyasetmedara Kurd a bi Nexweşiya demansê Aysel Tugluk ku piştî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya  "Nikare di girtîgehê de bimîne" di 27'ê cotmehê de hat tahiliyekirin vê carê jî li ser îfadeya Şahidê nepen bi îdaya "Propagandaya rêxistinê" ji alyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve derbarê wê de îdaname hat amadekirin. Hatdiayarkirin ku şahidê bi navê Turgut Taşkriin ku di  2014'an de DAIŞ'ê êrîşî Kobanê dikir birîndar bû  û tê îdakirin endamê rêxistinê ye piştî ku di ser bûyerê re 8 sal derbas bûn di îfadeya xwe ya ku da Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de diyar kiriye ku Ayselê alîkarî pê re kiriye.
 
Îdanameya ku li ser îfadeya şahid hat amadekirin ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat xwestin  bi dosyaya ku bi heman sûcdariyê berê hatibû vekirin ve bikin yek.