Çalakvanên 'Nobeta Edaletê': Dawî li şerê qirêj bînin

  • 15:12 15 Mijdar 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Îzmîrê li ber avahiya Edliya Îzmîrê pêk hat û banga bi dawîkirina polîtîkayên şer ên qirêj hat kirin û daxwaza serbestberdana girtiyên nexweş carek din hat dubarekirin. 
 
Malbatên girtiyan, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û înfazên ku hatine betalkirin 138 roj in çalakiya "Nobeta Edaletê" li Îzmîrê pêk tînin. çalakiya îro ya malbatan li ber avahiya Edliya Îzmîrê pêk hat. Di çalakiyê de malbatan berdilkên “Deng bide zindanan” û “Ji girtiyên nexweş re azadî" li xwekirin û dirûşmên wek “Bijî berxedana zindanan”, “Jin jiyan azadî”, “Heq hiqûq edalet" berz kirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Çîglî piştevaniya çalakiyê kir. 
 
Dayika Bayram Kaymaz ê ku li Girtîgeha Tekîrdagê girtiyê Medîne Kaymaz, di çalakaya îro de axivî û got: "Cezayên zarokên me qediyaye lê belê serbest nayên berdan. Poşmanî li wan tê ferzkirin. Piştî 20-30 sal şûnde dê çima poşman bibin gelo? Dema cezayên wan diqetin divê serbest bên berdan. 
 
Her wiha li Stenbolê êrişek bi bombeyî pêk hat, em vê êrişê şermezar dikin. Diyare ku di qetlîamê de destê dewletê heye. Kesek nikare bêje ku agahiya dewletê nîne. Çi bû bi lîstîka dewletê bû. Em dixwazin bila şer bidawî bibe. Êdî bes e. Em ne tenê ji bo kurdan ji bo her kesî edaletê dixwazin. Em dixwazin li tevahiya cîhanê aştî serdest be. Bila Dewleta Tirk dawî li qetlîaman bîne û dev jî şerê qirêj berde."
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.