Ji bo nivîskarên girtî daxuyanî hat dayîn

  • 13:30 15 Mijdar 2022
  • Rojane
 
AMED - Bi boneya Roja Nivîskarên Di Zîndanan De, Komeleya Wêjekarên Kurd û PENa Kurd daxuyaniyek dan û piştre jî ji nivîskarên girtî re name û pirtûk şandin
 
Komeleya Wêjekarên Kurd û PENa Kurd bi boneya “Roja Nivîskarên di Zindanan de” komxebatên li dar dixe, didomîne. Saziyên navborî îro jî li ber deriyê Postexaneya (PTT) Semta Ofîsê ya Amedê daxuyanî da. Beriya daxuyaniyê nivîskaran ji nivîskarên girtî re kart, name û pirtûk şandin û piştre daxuyanî hat dayîn. Rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Komeleya 78’an piştgirî dan çalakiyê. Nivîskar Adil Qazî daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Jiyan çandin û çinîn, an jî çinîn û çandin e. Yanî mîna cotkariyê ye… Çi jiyanî, çi aliyên jiyanê yên çandî-kulturî çi siyasî, çi fizîkî, mirov dikare berfireh binirxîne.
 
Çend rûyên jiyanê hene ku, serdest û bindestî bi xwe re girtgîgeh ango zindanan dike rûyekî jiyanê. Tew li welatekî bindest, bibêje her mirovê berxwedêr û şiyar teqez bi girtîgeh ango zindanan re rû bi rû dimîne. Lewra sekna li hember xwînxwarî-kedxwariyê tu derfetên din nade berxwedêr û şoreşgeran. Serdest tim-her tim çov bi kar tînin. Ango zilmê dikin kar. Ku mirov xwedî aqil-û wijdan be, teqez çend sal, bibejê hema zêdeyê emire xwe di zindanan de dibihurîne.
 
Mirovên li zindanan mîna cotkaran zad naçînin û naçinin; lê raman û tevgerên mirovîn diçinin û diçînin. Bawerkirin, tovê mirovahiyê, mirovahiya şoreşgerî û azadiyê, li zindanan tê reşandin. Û gul vedike. Lê ev pir ne hêsan e; bi zor û zehmetî, dilop bi dilop helandina mejî-dil-hest û bedenê ye. Helbet hilberîna wê azadî ye û bi rewşa wêjeyê; çi çîrok, çi helbest, çi roman jiyanê direnginîne, diguherîne.
 
Ku mirov bala xwe dide rewşa cîhanê; rêya hemû şoreşger û wêjekarên navdar di zindanan re derbas bûye. Gelek nivîskarên kurd jî ji ber doza xwe ya azadî û rizgariyê bi salan di girtîgehan de mane. Wêjeya li zindanê bi mejiyekî azad û bi îradeyeke xwirt tê afirandin. Tim dibe tovê guherîn û pêşveçûna civakê. Lewra li wira beden çiqas girtî be, raman jî ewqas azad e. Yanî azadiya kelepçekirî dibe ronahiya jiyan û civakê. Van pêncî salên dawî li welatê me Kurdistanê jî nivîskariya bi helwesteke xwirt a li zindanê bûyê rûyê berxwedana li hember bindestiyê ya paqij û ronahî, ligel qelsî û kêmaniyan… Her çiqas niha ewqas qedr û qîmet nayê zanîn jî, jiyan û berxwedan bi eks û bi inyad e. Ew ê paşeroj ligel van berxwedêrên zindanan û têkoşîna civakî ya azadiyê bibe pelê zêrîn ê dîrokê.
 
Îro li zindanan hê zêdetir pêkutî û zordestî heye. Salên dûrûdirêj bi xwe re bêderfetî û nexweşiyan jî tîne. Ligel girtiyên nexweş, divê dilê me bi nivîskarên li zindanan re be. Lewra ev ronahiya wijdanê ne! Wijdana civakê ne. Wek civak, ligel berxwedana ronahî û azadiyê divê dil, mejî û keda me jî li aliyê nivîskarên zindanan be. Belkî niha ew ronahî ne şênber be, lê di pêvajo û dahatûyê de dê ev dilqedirên nivîsê bêtir şewq bidin û dê bibiriqin. Wek her gelê bindest wêjeya me Kurdan jî sê şax e; wêjeya civakê ya nivîskarî, rojnamegeriya zindanan û ya çiya. 
 
Derfetên nirxandinê belkî bi pêş de zêde derkevin û li ser van nirxandinên jiyanî pêk bên. Lê îro divê dilê me zêde li aliyê zindanan lê bide. Em bi her awayî bi wan re bibin rêheval. Ne bi tenê Roja 15’ê Mijdarê, di her kêliyê jiyana xwe de wan bijîn…
 
Bi vê mebestê em, rojnamegerên girtî jî ji bîra nekin û wan wek nivîskar dibînin û zextên dema dawîn ê li ser rojnemegeran jî şermezar dikin. Li gor daneyên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) niha li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê 87 rojnameger di girtîgehan de ne. Tenê di pênc mehên dawî de 26 rojnameger ji ber nûçeyên çêkirin û rastiyan ragihandin civakê hatin girtin. Li girtîgehan rojnameger, nivîskar, rewşenbîr, parêzvanên mafên mirovan bi neheqî û bi binpêkirina mafên mirovan re rû bi rû dimînin. Dîsa li gor daneyên Komîteya Nivîskarên di Zindanan de ji sedî zêdetir nivîskar di girtîgehan de ne. Ji sedî zêdetir pirtûk hatine qedexekirin. Di nava van pirtûkên hatine qedexekirin de pirtûkên nivîskarên di zindanan de ne jî hene. 
 
Li girtîgehan mafê jiyanê nayê parastin û li gor daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Nîsana 2022’yan 651 jê bi giranî bi tevahî 1517 girtiyên nexweş hene. Di bin şert û mercên giran de jiyana xwe didomînin. Li dijî bêhiqûqî, bêedaletiyê em ê bibin wijdanê hemû girtiyên azadiyê û li berxwe bidin. 
 
Bi hêviya azadiyê û xebatên giranbuha em vê rojê deng û wijdanê xwe derxin pêş ku azadî hê zêdetir bibiriqe… Hê zêdeyî xebat û berxwedan!"
 
Çalakî bi çepikan bi dawî bû.