Cezayê hepsê li Çaglar Demîrel birîn

  • 12:25 15 Mijdar 2022
  • Hiqûq
 
AMED - Li parlamentera HDP’ê ya berê Çaglar Demîrelê 5 meh cezayê hepsê hate birîn.  
 
Li parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê ya Berê Çaglar Demîrel bi hinceta “Miletê tirk, hikumet, meclis û organên darazê biçûk xistî ye” 5 meh cezayê hepsê hate birîn. Çaglar, tevli danişîna biryarê ku li 14’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê hate kirin nebû, lê parêzerê wê Serdar Çelebî li wir amade bû. 
 
Rojnamevanên ku xwestin danişînê bişopînin negirtin hundir. Dozgerê ku di danişînê de mutalaaya xwe dubare kir, îdia kir ku Çaglar di axaftina xwe ya di 5’ê mijdara 2016’an de kiriye de sûcê jê tê sûcdarkirin kiriye û xwest bê cezakirin. 
 
Parêzer Serdar Çelebî biryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya di heman mijarê de derbarê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û 13 HDP’iyan de dayî bi bîr xist û xwest ev biryar di dosyayê de cih bigire. Serdar, diyar kir ku dadgerê ku di vê dozê de beriya niha biryara daraza hesan dabû dîsa li vê dozê dinêre. Serdar, xwest dadger ji dozê bê vekişandin û bal kişand ku axaftinên muwekîla wî di çarçoveya azadiya raman de ne. Serdar daxwaza beraeta muwekîla xwe kir. 
 
Dadger, daxwaza Parêzer qebûl nekir û 5 meh cezayê hepsê li Çaglar birî. Dadger ceza taloq nekir.