Ji 300 rojnamevan û aktîvîstan peştevaniya çalakiya rojhilatê Kurdistanê
- 13:08 6 Mijdar 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê û rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan dewam dikin. 300 hunermend û aktîvîstan daxuyaniyeke hevpar dan û nerazîbûn nîşanî zextan dan.
Tevgera Gel ku 16'ê îlonê bi qetilkirina Jîna Amînî destpê kir, du meh in dewam dike. 300 kesayetên Îranî û rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar weşandin û zext û zordarî şermezar kirin, piştevaniya çalakiyan kirin.
Li gorî nûçeya JINHA'yê, di daxuyaniya hevpar de girtina rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanan hate şermezarkirin û bang hate kirin ku tavilê dawî li zext û zordariyê bê anîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Qetilkirin, tepisandina civakê û bikaranîna rêbazên leşkerî wê tenê hêrsa gel zêde bike.