Ji 300 rojnamevan û aktîvîstan peştevaniya çalakiya rojhilatê Kurdistanê 2022-11-06 13:08:42     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê û rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan dewam dikin. 300 hunermend û aktîvîstan daxuyaniyeke hevpar dan û nerazîbûn nîşanî zextan dan.   Tevgera Gel ku 16'ê îlonê bi qetilkirina Jîna Amînî destpê kir, du meh in dewam dike. 300 kesayetên Îranî û rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar weşandin û zext û zordarî şermezar kirin, piştevaniya çalakiyan kirin.   Li gorî nûçeya JINHA'yê, di daxuyaniya hevpar de girtina rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanan hate şermezarkirin û bang hate kirin ku tavilê dawî li zext û zordariyê bê anîn.   Di daxuyaniyê de hate gotin, "Qetilkirin, tepisandina civakê û bikaranîna rêbazên leşkerî wê tenê hêrsa gel zêde bike.