Rojnamegerên girtî li hêviya piştevaniyê ne
- 11:57 3 Mijdar 2022
- Rojane
ENQERE - Rojnamegerên ji ber nûçeyên çêkirin hatin girtin ji hempîşeyên xwe peyam şandin û dan zanîn ew li hêviya name û pirtûkan e.
Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere bû di 29'ê Cotmehê de 9 rojnameger hatin girtin. Rojnamegerên ji Girtîgeha Sîncanê bi rêya parêzerên xwe peyam şandin dan zanîn ew li hêviya name û pirtûkan e.
5 rojnamegerên jin li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê rojnamegerên mêr jî li 1'emîn Girtîgeha Ewlehiya Wê Bilind a Sîncanê li hucreyên yekesî tên girtin.
Navnîşana rojnamegeran:
Girtîgeha Sîncanê Qawişa F2: Habibe Eren, Oznur Deger, Diren Yurtsever, Berivan Altan, Ceylan Şahinli.
1'emîn Girtîgeha Ewlehiya Wê Bilind a Sîncanê: Deniz Nazlim, Hakan Yalçın, Emrullah Acar, Selman Guzelyuz.