Rojnamegerên girtî li hêviya piştevaniyê ne 2022-11-03 11:57:35     ENQERE - Rojnamegerên ji ber nûçeyên çêkirin hatin girtin ji hempîşeyên xwe peyam şandin û dan zanîn ew li hêviya name û pirtûkan e.    Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere bû di 29'ê Cotmehê de 9 rojnameger hatin girtin. Rojnamegerên ji Girtîgeha Sîncanê bi rêya parêzerên xwe peyam şandin dan zanîn ew li hêviya name û pirtûkan e.    5 rojnamegerên jin li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê rojnamegerên mêr jî li 1'emîn Girtîgeha Ewlehiya Wê Bilind a Sîncanê li hucreyên yekesî tên girtin.    Navnîşana rojnamegeran:   Girtîgeha Sîncanê Qawişa F2: Habibe Eren, Oznur Deger, Diren Yurtsever, Berivan Altan, Ceylan Şahinli.   1'emîn Girtîgeha Ewlehiya Wê Bilind a Sîncanê: Deniz Nazlim, Hakan Yalçın, Emrullah Acar, Selman Guzelyuz.