Aysel Tugluk hat tahliyekirin
- 19:27 27 Cotmeh 2022
- Rojane
KOCAELÎ - Siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk a ku li Girtîgeha Kandrayê dihat girtin tahliye bû.
Siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ya bi nexweşiya demansê ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F ya Kandrayê dihat girtin piştî rapoara Saziya Tipa Edlî (ATK) ya nikare di girtîgehê de bimîne hat tahliyekirin.
Tahliye bû
Piştî rapoara ATK'ê di serî de malbat û parêzerên Ayselê gelek kes li ber girtîgehê kom bûn. Piştî ku biryara ATK'ê ji girtîgehê re hat şandin Aysel hat tahliyekirin.
Bi çepik û kulîkan hat pêşwazîkirin
Ayselê li ber deriyê girtîgehê, ji aliyê malbat, parêzer, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), parêzera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Zuleyha Gulum, parlamentera berê ya Mûşê Burcu Çelîk, rêxistinên HDP'ê yên bajar û navçeya Gebzeyê, rêveberên MATUHAY -DER'ê û gelek kesên din ve bi lîlandin, çepik û kulîlkan hat pêşwazîkirin.
Hat diyarkirin ku Ayselê wê ji bo dermankirina wê bibin Stenbolê.