Aysel Tugluk hat tahliyekirin 2022-10-27 19:27:39     KOCAELÎ - Siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk a ku li Girtîgeha Kandrayê dihat girtin tahliye bû.   Siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ya bi nexweşiya demansê ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F ya Kandrayê dihat girtin piştî rapoara Saziya Tipa Edlî (ATK) ya nikare di girtîgehê de bimîne hat tahliyekirin.   Tahliye bû   Piştî  rapoara ATK'ê di serî de malbat û parêzerên Ayselê gelek kes li ber girtîgehê kom bûn. Piştî ku biryara ATK'ê ji girtîgehê re hat şandin Aysel hat tahliyekirin.     Bi çepik û kulîkan hat pêşwazîkirin   Ayselê li ber deriyê girtîgehê, ji aliyê malbat, parêzer, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), parêzera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Zuleyha Gulum, parlamentera berê ya Mûşê Burcu Çelîk, rêxistinên HDP'ê yên bajar û navçeya Gebzeyê, rêveberên MATUHAY -DER'ê û gelek kesên din ve bi lîlandin, çepik û kulîlkan hat pêşwazîkirin.     Hat diyarkirin ku Ayselê wê ji bo dermankirina wê bibin Stenbolê.