Li emniyetê îfadeya rojnameger Zemo tê girtin

  • 16:31 26 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Kar û barên îfadeyê yên rojnameger Zemo Aggoz ku li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê tê ragirtin, dest pê kir. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatiye destpêkirin, 11 nûçegihanên Ajansa JINNEWS û Mezopotamyayê (MA) duh hatibûn binçavkirin. Nûçegihana ajansa MA'yê Zemo Aggoz ku pitika wê ya 45 rojî heye jî hatibû binçavkirin. Kar û barên îfadeyê yên Zemo a li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê dest pê kir.