Li emniyetê îfadeya rojnameger Zemo tê girtin 2022-10-26 16:31:11     ENQERE - Kar û barên îfadeyê yên rojnameger Zemo Aggoz ku li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê tê ragirtin, dest pê kir.    Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatiye destpêkirin, 11 nûçegihanên Ajansa JINNEWS û Mezopotamyayê (MA) duh hatibûn binçavkirin. Nûçegihana ajansa MA'yê Zemo Aggoz ku pitika wê ya 45 rojî heye jî hatibû binçavkirin. Kar û barên îfadeyê yên Zemo a li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê dest pê kir.