Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja 38'an de ye

  • 11:58 23 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji 16'ê Îlonê û vir ve ku jin a Kurd Jîna Emînî li Tehranê ji aliyê "polîsên exlaqê" ve hat qetilkirin, çalakiyên şermezarkirinê têne lidarxistin.  Gel li qadan berxwedana xwe didomîne. 
 
Li dehan bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê çalakiyên şermezarkirinê zêdeyî mehekê ye dewam dikin. Dawiya hefteyê li gelek bajaran grevên giştî hebûn.
 
Li gel êrîşên giran ên hêzên dewletê, girtin, gefxwarin û îşkenceyê jî her roj li dehan bajaran çalakî pêk tên.
 
Li herêma Tehranê, Azerbaycan, li eyaletên Rojhilatê Kurdistanê Xuzistan, Îsfahan, Hurmuzgan û Sîstan-Belûcistanê çalakî hatin lidarxistin.
 
Roja Şemiyê bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê li bajarên Sine, Bane, Merîwan, Bokan û Mahabadê greva giştî hebû. Dikan nehatin vekirin.
 
Li heman bajaran û li Kirmaşan, Ûrmiye û Seqizê doh bi şev xwepêşandan hatin lidarxistin.
 
Li gelek deveran agir hatin dadan, dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn. Li gelek bajaran di navbera hêzên dewletê û xwepêşandêran de şer qewimî.
 
Xwendekaran jî li gelek bajaran çalakî lidar xistin û ders boykot kirin. Li ser banga sendîkaya mamosteyan jî biryar hate dayin ku ji vê Yekşemê û pê ve ji bo du rojan grev bê kirin. Xwendekar jî wê tevlî grevê bibin.
 
Li gorî çavkaniyên muxalîf çalakiyên şermezarkirinê li 195 bajaran belav bûn.
 
Rêxistinên mafên mirovan û çavkaniyên muxalîf dibêjin heta niha ji 200 heta 400 kesî ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin.