Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja 38'an de ye 2022-10-23 11:58:28     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji 16'ê Îlonê û vir ve ku jin a Kurd Jîna Emînî li Tehranê ji aliyê "polîsên exlaqê" ve hat qetilkirin, çalakiyên şermezarkirinê têne lidarxistin.  Gel li qadan berxwedana xwe didomîne.    Li dehan bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê çalakiyên şermezarkirinê zêdeyî mehekê ye dewam dikin. Dawiya hefteyê li gelek bajaran grevên giştî hebûn.   Li gel êrîşên giran ên hêzên dewletê, girtin, gefxwarin û îşkenceyê jî her roj li dehan bajaran çalakî pêk tên.   Li herêma Tehranê, Azerbaycan, li eyaletên Rojhilatê Kurdistanê Xuzistan, Îsfahan, Hurmuzgan û Sîstan-Belûcistanê çalakî hatin lidarxistin.   Roja Şemiyê bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê li bajarên Sine, Bane, Merîwan, Bokan û Mahabadê greva giştî hebû. Dikan nehatin vekirin.   Li heman bajaran û li Kirmaşan, Ûrmiye û Seqizê doh bi şev xwepêşandan hatin lidarxistin.   Li gelek deveran agir hatin dadan, dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn. Li gelek bajaran di navbera hêzên dewletê û xwepêşandêran de şer qewimî.   Xwendekaran jî li gelek bajaran çalakî lidar xistin û ders boykot kirin. Li ser banga sendîkaya mamosteyan jî biryar hate dayin ku ji vê Yekşemê û pê ve ji bo du rojan grev bê kirin. Xwendekar jî wê tevlî grevê bibin.   Li gorî çavkaniyên muxalîf çalakiyên şermezarkirinê li 195 bajaran belav bûn.   Rêxistinên mafên mirovan û çavkaniyên muxalîf dibêjin heta niha ji 200 heta 400 kesî ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin.