Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da

  • 08:26 20 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li dîwaran nivîsên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî nivîsand û bi vî awayî bertek nîşan da. 
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê Tirkiyeyê ve ya li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê li dîwarên kuçeyên Uskudara Stenbolê nivîs nivîsandin.  
 
Ciwanan bi nivîsên "Çekên kîmyewî sûcê mirovatiyê ye","Ew ê mêtinger di nava çekên avêtine de bifetisin","Em soz didin şehîdên xwe em ê bi ser bikevin","Teslîmiyet ber bi îxanetê ve, serhildan ber bi serfiraziyê ve dibe" bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan.