Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da 2022-10-20 08:26:27     STENBOL - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li dîwaran nivîsên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî nivîsand û bi vî awayî bertek nîşan da.    Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê Tirkiyeyê ve ya li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê li dîwarên kuçeyên Uskudara Stenbolê nivîs nivîsandin.     Ciwanan bi nivîsên "Çekên kîmyewî sûcê mirovatiyê ye","Ew ê mêtinger di nava çekên avêtine de bifetisin","Em soz didin şehîdên xwe em ê bi ser bikevin","Teslîmiyet ber bi îxanetê ve, serhildan ber bi serfiraziyê ve dibe" bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan.