Dayikên Aştiyê yên herêma Efrînê êrişên kîmyewî şermezar kirin

  • 12:54 19 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Aştiyê yên herêma Efrînê êrişên kîmyewî şermezar kirin û gotin: "Em bang li civat, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên navneteweyî dikin ku van êrişan bi dawî bikin û sûcdarên şer ceza bikin."
 
Bi dehan Dayikên Aştiyê li pêş navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê ya li gundê Til Qerah ê kantona Şehbayê kom bûn û daxuyaniyeke da. Dayikan bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kir. Dayikên Aştiyê wêneyên 17 gerilayên ku di êrişên kîmyewî de hatibûn qetilkirin hilgirtin. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Hêvî Silêman û endama Komîteya Dayikên Aştiyê Zekiye Yûsif bi zimanên kurdî û erebî daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
 
"Li ser navê Dayikên Aştiyê em bi tundî êrişên dewleta Tirk a dagirker; êrişên hovane li dijî şoreşgerên azadiyê  yên bi çekên kîmyewî yên qedexekirî ku di encamê de 17 parêzvanên azadiyê li pêş çavên civakê, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan şehîd bûbûn, şermezar dikin.
 
Dewleta dagirker a faşîst tevahî rê û rêbazên tundî û terorê, ji bo pêkanîna komkujî û siyasetên qirkirinê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, pêk tîne û hemû pîvanên exlaqî û mirovî binpê dike.
 
Armanca dewleta Tirk a dagirker ji qirkirina gel, gerîla û wêrankirina jîngeha Kurdistan û Rojhilata Navîn valakirina herêmê ji şêniyên wê yên resen yên azadîxwaz e. Lê berxwedana efsanewî ku gerîla pêk tîne û dewleta Tirk a dagirker dorpêç kir hişt ew bi hêrs bibe û êrişên xwe yên hovane zêde bike.
 
Em van êrişan qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin û bang li civat, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên navneteweyî dikin ku van êrişan bi dawî bikin û sûcdarên şer ceza bikin û bi erkên xwe yên exlaqî û berpirsiyariyên xwe yên mirovî rabin ku ku ev şer bisekine da ku ewlehî, îstîqrar û aştî pêk bê."
 
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.