Dayikên Aştiyê yên herêma Efrînê êrişên kîmyewî şermezar kirin 2022-10-19 12:54:09       NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Aştiyê yên herêma Efrînê êrişên kîmyewî şermezar kirin û gotin: "Em bang li civat, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên navneteweyî dikin ku van êrişan bi dawî bikin û sûcdarên şer ceza bikin."   Bi dehan Dayikên Aştiyê li pêş navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê ya li gundê Til Qerah ê kantona Şehbayê kom bûn û daxuyaniyeke da. Dayikan bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kir. Dayikên Aştiyê wêneyên 17 gerilayên ku di êrişên kîmyewî de hatibûn qetilkirin hilgirtin. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Hêvî Silêman û endama Komîteya Dayikên Aştiyê Zekiye Yûsif bi zimanên kurdî û erebî daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:   "Li ser navê Dayikên Aştiyê em bi tundî êrişên dewleta Tirk a dagirker; êrişên hovane li dijî şoreşgerên azadiyê  yên bi çekên kîmyewî yên qedexekirî ku di encamê de 17 parêzvanên azadiyê li pêş çavên civakê, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan şehîd bûbûn, şermezar dikin.   Dewleta dagirker a faşîst tevahî rê û rêbazên tundî û terorê, ji bo pêkanîna komkujî û siyasetên qirkirinê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, pêk tîne û hemû pîvanên exlaqî û mirovî binpê dike.   Armanca dewleta Tirk a dagirker ji qirkirina gel, gerîla û wêrankirina jîngeha Kurdistan û Rojhilata Navîn valakirina herêmê ji şêniyên wê yên resen yên azadîxwaz e. Lê berxwedana efsanewî ku gerîla pêk tîne û dewleta Tirk a dagirker dorpêç kir hişt ew bi hêrs bibe û êrişên xwe yên hovane zêde bike.   Em van êrişan qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin û bang li civat, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên navneteweyî dikin ku van êrişan bi dawî bikin û sûcdarên şer ceza bikin û bi erkên xwe yên exlaqî û berpirsiyariyên xwe yên mirovî rabin ku ku ev şer bisekine da ku ewlehî, îstîqrar û aştî pêk bê."   Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.