ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2022'YAN

  • 09:00 18 Cotmeh 2022
  • Rojev
*Lîstikvan, Derhêner, Prodîksiyon, Rejî, Senarîstên filîmê Kobanê nêrîna xwe ya ji bo fîlîmê Kobanê wiha anîn ziman: “Xebata filîmê Kobanê pir girîng bû. Filîmê Kobanê rûmet û serkeftina lehengan  e.”  DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Odeya Avahîsaz a Şaxa Amedê Selma Aslan, diyar kir ku bi talankirina Baxçeyên Hevselê re tê xwestin ku li vir kafe, restoran û avahên nû bên çêkirin û  got: “Baxçeya ku gelek cureyên civîk û ajal heyî îro ber bi tunebûnê ve diçe. Ev baxçeya ku divê bihata parastin îro nayên parastin." BI DÎMEN 
 
*Parêzer Hediye Gokçe Baykal helwesta darazê ya di dosyayên qetilkirina jinan de nirxand û da zanîn ku dadgeh ji bo cezayê gumanbar daxîne delîla herî biçûk jî ji bo fêdeya gumanbar bi kar tîne û gumanar jî ne wek gumanbar bi perspektîfa mexdur dinirxînin.
 
*Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek kongreya xwe ya yekemîn a awarte pêk anî. Endam û rêveberên komeleyê destnîşan kirin ku bi polîtîkayên bişaftinê ve herî zêde ciwanên kurd tên hedefgirtin û diyar kirin ku ew bi xebatên xwe yên komeleyê armanc dikin ku pêşiya qirkirina çandî bigirin.
DÎMEN HEYE