ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2022'YAN 2022-10-18 09:00:00   *Lîstikvan, Derhêner, Prodîksiyon, Rejî, Senarîstên filîmê Kobanê nêrîna xwe ya ji bo fîlîmê Kobanê wiha anîn ziman: “Xebata filîmê Kobanê pir girîng bû. Filîmê Kobanê rûmet û serkeftina lehengan  e.”  DÎMEN HEYE   *Hevseroka Odeya Avahîsaz a Şaxa Amedê Selma Aslan, diyar kir ku bi talankirina Baxçeyên Hevselê re tê xwestin ku li vir kafe, restoran û avahên nû bên çêkirin û  got: “Baxçeya ku gelek cureyên civîk û ajal heyî îro ber bi tunebûnê ve diçe. Ev baxçeya ku divê bihata parastin îro nayên parastin." BI DÎMEN    *Parêzer Hediye Gokçe Baykal helwesta darazê ya di dosyayên qetilkirina jinan de nirxand û da zanîn ku dadgeh ji bo cezayê gumanbar daxîne delîla herî biçûk jî ji bo fêdeya gumanbar bi kar tîne û gumanar jî ne wek gumanbar bi perspektîfa mexdur dinirxînin.   *Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek kongreya xwe ya yekemîn a awarte pêk anî. Endam û rêveberên komeleyê destnîşan kirin ku bi polîtîkayên bişaftinê ve herî zêde ciwanên kurd tên hedefgirtin û diyar kirin ku ew bi xebatên xwe yên komeleyê armanc dikin ku pêşiya qirkirina çandî bigirin. DÎMEN HEYE