Biryara derbarê Leyla Guven de

  • 11:39 17 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
AMED - Di rûniştina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de dadgehê wekî rûniştina berê ceza li Leylayê barand. Dadgehê derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de bi îdiaya “propaganedeya rêxistinê” kiriye, 11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê lê birî.
 
Rûniştina doza ku bi hinceta “propagandaya rêxistinê” li dijî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hatibû vekirin, li  Dadgeha Cezayên Giran a 9’emîn a Amedê hat dîtin.
 
Leyla ji bo parastina xwe bike, bi rêya pergala SEGBÎS’ê beşdarî rûniştinê bû.
 
Piştî parastina Leyla, dadgehê bi îdiaya ku di 3 axaftinên cuda de “propaganadaya rêxistinê” kiriye 11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li Leyla birî.
 
Dozger di rûniştina berê ya 7’ê Îlonê de derbarê Leyla Guven de bi giştî 43 sal û mehek û 15 roj cezayê girtîgehê xwestibû.
 
Guven li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê tê dîlgirtin.