Biryara derbarê Leyla Guven de 2022-10-17 11:39:35     AMED - Di rûniştina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de dadgehê wekî rûniştina berê ceza li Leylayê barand. Dadgehê derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de bi îdiaya “propaganedeya rêxistinê” kiriye, 11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê lê birî.   Rûniştina doza ku bi hinceta “propagandaya rêxistinê” li dijî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hatibû vekirin, li  Dadgeha Cezayên Giran a 9’emîn a Amedê hat dîtin.   Leyla ji bo parastina xwe bike, bi rêya pergala SEGBÎS’ê beşdarî rûniştinê bû.   Piştî parastina Leyla, dadgehê bi îdiaya ku di 3 axaftinên cuda de “propaganadaya rêxistinê” kiriye 11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li Leyla birî.   Dozger di rûniştina berê ya 7’ê Îlonê de derbarê Leyla Guven de bi giştî 43 sal û mehek û 15 roj cezayê girtîgehê xwestibû.   Guven li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê tê dîlgirtin.