Nobeda Edaletê di roja 122'yemîn de ye

  • 16:03 6 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Malbatên girtiyên nexweş û yên înfazên wan hatine şewitandin di roja 122'yemîn a Nobeda Edaletê de daxwazên xwe dubare kirin. 
 
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan li Îzmîrê dest pê kirine di roja 122'yemîn de didome. Rêxistina HDP'ê ya Balçova û Foçayê beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Dayika Firat Yagmekan ê di Girtîgeha Kiriklarê, Sultan Yagmekan diyar kir ku ew edaletê dixwazin û bila zilm û zext bi dawî bibin. Her wiha got hestiyên zarokan bi tûrikan tê dayin ma ev edalet e?
 
Hevseroka HDP'ê ya Foçayê diyar kir ku ew ê heta dawiyê li gel dayikan bin û got ew bi mehan e li dû mafê hiqûqî ne. 
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.