Nobeda Edaletê di roja 122'yemîn de ye 2022-10-06 16:03:24     ÎZMÎR - Malbatên girtiyên nexweş û yên înfazên wan hatine şewitandin di roja 122'yemîn a Nobeda Edaletê de daxwazên xwe dubare kirin.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan li Îzmîrê dest pê kirine di roja 122'yemîn de didome. Rêxistina HDP'ê ya Balçova û Foçayê beşdarî çalakiyê bûn.    Dayika Firat Yagmekan ê di Girtîgeha Kiriklarê, Sultan Yagmekan diyar kir ku ew edaletê dixwazin û bila zilm û zext bi dawî bibin. Her wiha got hestiyên zarokan bi tûrikan tê dayin ma ev edalet e?   Hevseroka HDP'ê ya Foçayê diyar kir ku ew ê heta dawiyê li gel dayikan bin û got ew bi mehan e li dû mafê hiqûqî ne.    Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.