Endama PE'yê Abeer El - Sahlanî ji bo Jînayê porê xwe kur kir
- 16:11 5 Cotmeh 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Endama Parlamentoya Ewropayê Abeer El-Sahlanî, ji bo piştgiriya jinên rojhilatê Kurdistan û Îranê bi dirûşmA “Jin, jiyan azadî” pora xwe li pêşberî hevpîşeyên xwe kur kir.
Endama Parlamentoya Ewropayê Abeer El-Sahlanî, ji bo piştgiriya jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê pora xwe li pêşberî hevpîşeyên xwe kur kir û çalakiya xwe bi zimanê Kurdî û Îngîlîzî berzkirina dirûşmaya jinan a “Jin, jiyan, azadî”, bi dawî kir.
Abeer El-Sahlanî siyasetmedarek Swêdî ye ku bi eslê xwe Iraqî ye û ji Tîrmeha 2019’an vir ve endama Parlamentoya Ewropî ye û nûnertiya Partiya Navendê dike.