Endama PE'yê Abeer El - Sahlanî ji bo Jînayê porê xwe kur kir 2022-10-05 16:11:25   NAVENDA NÛÇEYAN -Endama Parlamentoya Ewropayê Abeer El-Sahlanî, ji bo piştgiriya jinên rojhilatê Kurdistan û Îranê bi dirûşmA “Jin, jiyan azadî” pora xwe li pêşberî hevpîşeyên xwe kur kir.    Endama Parlamentoya Ewropayê Abeer El-Sahlanî, ji bo piştgiriya  jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê pora xwe li pêşberî hevpîşeyên xwe kur kir û çalakiya xwe bi zimanê Kurdî û Îngîlîzî berzkirina dirûşmaya jinan a “Jin, jiyan, azadî”, bi dawî kir.   Abeer El-Sahlanî siyasetmedarek Swêdî ye ku bi eslê xwe Iraqî ye û ji Tîrmeha 2019’an vir ve endama Parlamentoya Ewropî ye û nûnertiya Partiya Navendê dike.