Li Baglarê jinekê bi gûman jiyana xwe ji dest da
- 10:46 3 Cotmeh 2022
- Rojane
AMED - Hat îdakirin ku li navçeya Baglarê Şengul Okay întîhar kiriye.
Li navçeya Baglar a Amedê Şengul Okay bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku Şengul a jiyana xwe ji dest daye bi awayê sîtematîk tundî lê hatiye kirin û bi caran serî li stargehê daye.
Şengul a bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da cenazeyê wê rakirin Morga Tipa Edlî (ATK) û hat ragihandin ku wê piştre cenaze li gundekî navçeya Farqîna Amedê bê definkirin.