Li Baglarê jinekê bi gûman jiyana xwe ji dest da 2022-10-03 10:46:22     AMED - Hat îdakirin ku li navçeya Baglarê Şengul Okay întîhar kiriye.   Li navçeya Baglar  a Amedê Şengul Okay bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku Şengul a jiyana xwe ji dest daye bi awayê sîtematîk tundî lê hatiye kirin û bi caran serî li stargehê daye.   Şengul a bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da cenazeyê wê rakirin Morga Tipa Edlî (ATK) û hat ragihandin ku wê piştre cenaze  li gundekî navçeya Farqîna Amedê bê definkirin.