Li Qamişloyê 9'emîn konferansa Kongra Star dest pê kir

  • 12:01 1 Cotmeh 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 9'emîn Konferansa Kongreya Star bi dirûşma "Bi rihê şehîd Jiyan em parastina destkeftiyên şoreşê dikin û bi serkeftinê qezenc dikin"  li Qamişloyê bi tevlibûna 300 delegeyan dest pê kir.
 
Li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li Rimêlanê yê Qamişloyê 9'emîn Konferansa Kongra Star bi teevlibûna 300 delegeyan dest pê kir. Di konferansê de nûnerên ji rêxisitnên jinan ên herêma Cizîrê û Kongra Star, Meclisa Jinan a Sûriyê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nivîsgeh û meclisên jinan ên saziyên sivîl û civakî, HPC-Jin û Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan amade bûn.
 
Li gorî komîteya amadekar bernameya konferansê wiha ye; nirxandina rêber Abdullah Ocalan li ser têkoşîna jinan û  rastiya jina azad dê werin xwendin, rapora xebatê ya Kongra Star a 2 salên borî dê were xwendin.