'Hevdîtinên gel ên HDP’ê bû bersiva desthilatdariyê'

  • 09:11 1 Cotmeh 2022
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - HDP, bi dirûşmeya "Em çareserîne" li Îzmîr, Manîsa, Mugla, Aydin û Antalyayê hevdîtina gel pêk anî. Îdîl Ugurlu ya HDP’î da zanîn ku fikra HDP û HDK’ê li bajarên rojava tê meraqkirin û divê hîn zêdetir ev fikr bigihêje welatiyan.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşmeya "Em çareserîne" hevdîtinên gel pêk anî û herî dawî li Îzmîr, Manîsa, Mugla, Aydin û Antalyayê pêk anî. Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Cigirê Hevserokatiya giştî ya HDP’ê Tayîp Temel, rêveberên HDP’ê tevli hevdîtinan bûn. Welatiyan eleqeyek mezin nîşanê hevdîtinan dan. Lê welatiyên ku ne HDP’î bûn jî tevli bûn. 
 
Endama HDP MYK’ê Îdîl Ugurlu ku tevli hevdîtina bû da zanîn ku ew ji desthilatdariya ku li hember HDP’ê polîtîkayên zextê pêk tînin, bûne bersiv û bi taybet li bajarên rojava fikra HDP û HDK’ê bûye bersiv û divê hîn bêtir bê vegotin.
 
‘Hevdîtin bûn bersiv’
 
Îdîlê destnîşan kir ku tevî dema çandinî û turîzbûmê jî li Egeyê bi hezaran welatî tevli hevdîtinên gel bune û dirûşmeyên gel berz kirine, pirsên pirsîne û coşa wan her tişt nîşan daye û got: “Hevdîtin ji bo welatiyan, ji bo xebatkarên partiyê bû moral. Me sînerjiyek jiya. Tevlibûna jin û ciwanan gelek baş bû. Me dît ku hêviya gel heye. Me dît ku tevî hemû zextan HDP bi gel re li ser piyane.”
 
‘Fikra HDK’ê tê qebûlkirin, divê zêdetir bê vegotin’
 
Îdîlê destnîşan kir ku di hevdîtinan de derketiye holê ku divê polîtîka riya sêyem ji bo zêdetir kesî bê vegotin û ev tişt diyar kir: “Ev polîtîka ger li bajarê rojava bi taybet li Egeyê bê vegotin wê bikeve jiyanê. Hilbijartinên 7’ê hezîranê nîşaneya vê bû. Hewcedarî pê heye ku ev fikriyat zêdetir ji gel re bê vegotin. Gel bawer e ku wê AKP-MHP biçe. Lê piştî AKP’ê jî fikarên wan hene. Ji ber vê me dît ku gel piştî hilbijartinê ji HDP’ê tiştan dipê. Kavileke AKP’ê ya 20 salan heye. Partiyên din hatine ceribandin û hinek tişt bûne tecrube. Divê em ji lêgerîna wan re bibin bersiv.”
 
‘Divê daxwaz û rexne di hewzekê de bên komkirin’
 
Îdîlê bi lêv kir ku desthilatdariya ku azadiya gelan jê girtiye, ji sedî 90 çapemeniyê destê xwe de digire û di vê mijarê de jî ev nirxandin kir: “Tevî vê muxalefet xurt e. Berxwedan hene. Her kesên di HDP’ê de siyasetê dikin divê bi awayekî cidî hûr bibin. Divê bi gel re bê gel hev û rexne û daxwazên gel di hewzekê de kom bikin û binirxînin. Hevdîtinan daneyên pir cidî dan me.”
 
‘Yên deng nedane HDP’ê hatin hevdîtinê’
 
Îdîlê, destnîşan kir ku welatiyên ne HDP’î bûn jî hatin hevdîtinan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hêza avabûnê bi HDP’ê re dîtin û hatin. Pirsgirêkên wekê ‘çima bi HDP’ê re nayên gel hev’ kirin. Kesên deng dane partiyê din  jî bi me re dikevin têkiliyê. Ew jî dibînin ku yekane paradîgma HDP ye. Ji vir şûnde jî wê hevdîtinên me bidomin.”