'Armanca êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava, pêşengên jin in'

  • 09:03 1 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
Hêlîn Asmîn
 
QAMIŞLO - Endama Komîteya Jîngehê ya Kongreya Star, Riham Temû êrîşa dewlata tirk a li ser Hevserokên Buroya Edaletê ya herêma Cizîrê ya li Girkê Legê pêk hat şermezar kir û got: "Armanca êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava, pêşengên jin in. Hedefgirtina jinê hedefgirtina civakê ye. Bi hedefgirtina jinê û pêşengên civakê dixwazin civakê belav bikin û tirsê bixin nava civakê. Lê bila baş bizanin em wekî jinên li Rojava dijîn, tu carî natirsin, em ê wekî jin her tim li berxwe bidin û di şopa şehîdên xwe de herin. Heta dawiyê destkeftiyên xwe biparêzin."
 
Di seranserê Kurdistan û Rojhilata Navîn de hedefgitina jinên pêşeng didome. Li Îranê qetilkirina Jîna Mahsa Emînî ya ji aliyê "polîsên exlaqê" yên rejîma Îranê ve dide xuyakirin ku êriş didoin. Her wiha, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengên şoreşa jinê ji aliyê dewleta tirk ve tên hedefgirtin. Hedefgirtina jinan tirsa desthilatdariyê dide diyarkirin. Her wiha li hemberî qetilkirina jinan berxwedan û têkoşîna jinan jî berdewam e. Li ser mijarê Endama Komîteya Jîngehê ya Kongreya Star, Riham Temû ji ajansa me re axivî.
 
'Armanca êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava, pêşengên jin in'
 
Rihamê di destpeka axaftina xwe de êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û wiha got:''Ji destpêka şoreşê heta niha her tim jinê ji bo şoreşê pêşengtî kir. Ji ber vê her tim jin tên hedefgirtin, bi taybet jî jinên pêşeng. Ji ber hêz in desthilatdar ji jinên rêxistinkirî ditirsin. Bi taybet di van salên dawiyê de ku piştî Efrîn û Serê Kaniyê hatin dagirkirin hedefgirtina jinan hîn zêde bû. Jinên ku tên hedefgirtin jî piranî jinên pêşengtiya şoreşê dikin e. Bi hedefgirtina jinên ku pêşengtiya şoreşê dikin, dixwazin rêxistina jinan têk bibin. Ji Zehra heta Zeyneb, hemû jinên ku hatine qetilkirin ji bo civakê pêşengtî dikirin. Dewleta tirk û çeteyên xwe dema dît nikare bi êrîşan jinê têk bibe vê carê dest bi şerê taybet kir, bi rêya sîxuran jin û civak kir hedefa xwe. Ji ber vê jî her tim bi balafirên bê mirov êrîşî heremên me kir. Di van êrîşan de jin, zarok û bi dehan mirov şehîd xistin. Bê guman ev jî rastiya Erdogan û çêteyên wî dide diyarkirin. Ji ber hukumeta AKP'ê li hember berxwedana jinê têk çûye.'' 
 
'Hedefgirtina jinê hedefgirtina civakê ye'
 
Rihamê bal kişand ser berxwedana jinê û wiha pê de çû: ''Roja me ya îro ger evqas êrîşên dewlata tirk li ser heremê tên kirin, sedemeke esasî jî tirsa wan a ji hêza jinê ye. Ji ber jinên ku îro pêşengtiya vê şoreşê dikin di heman demê de pêşengtiya hemû cîhanê dikin. Hêzên hegemonîk jî dixwazin bi vê rêbazê îradeya jinê bişkînin. Armanca dewlata tirk tunekirina civaka kurd û jina kurd e. Ji ber dema jinek di civakê de tê hedefgirtin ew civak tê hedefgirtin. Hedefgirtina jinê hedefgirtina civakê ye. Ez dikarim dîsa bêjin armanca êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava, pêşengên jin in. Bi hedefgirtina jinê û pêşengên civakê dixwazin civakê belav bikin û tirsê bixin nava civakê. Lê bila baş bizanin em wekî jinên li Rojava dijîn, tu carî natirsin, em ê wekî jin her tim li berxwe bidin û di şopa şehîdên xwe de herin. Heta dawiyê destkeftiyên xwe biparêzin."
 
'Em ê bi têkoşîna xwe rêbazên şerê taybet têk bibin'
 
Rihamê bal kişand ser şerê taybet û wiha berdewam kir: ''Şehadeta Zeynep Mihemed wê bibe tolhildana jinan. Em wekî jinên di vê herêmê de dijîn êrîşên ku li ser me tên kirin şermezar dikin. Rêbazên ku rojane li ser jin û civakê tên meşandin, rêbazên qirkirin û şerê taybet in. Em ê bi têkoşîna xwe van rêbazan vala derxin û nehêlin têkoşîna me têk bibin. Ji ber vê jî ez dibêjim di destpêkê de jinên ciwan û hemû mirovên azadîxwaz pêwîst e dengê xwe bikin yek û li hember van komkujiyan têkoşînê bikin. Cîhan tevahî dizane di roja me ya îro de jinên ku li Rojava dijîn li hember terora çeteyên Erdogan û DAÎŞ'ê çawa li berxwe dane. Lê niha hemû kes li hember van êrîşan bê deng e. Ez ji vir dipirsim çima ev rêxistin û saziyên mafên mirovan bêdeng in? Bêdengiya hêzên navneteweyî dibe şirîkê êrîşên dewleta tirk."
 
'We têkoşîna wan bibe meşaleya rêya me' 
 
Rihamê bi lêv kir ku wê têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest dane bibe meşaleya rêya wan û wiha dawî li gotinên xwe anî:''Êrîşên ku îro li Rojavayê Kurdistanê tên kirin têkçûna pergala kapîtalîzmê ya li hember pergala Netewa Demokratîk e. Ji ber ku pergala Netewa Demokratîk ji bo hemû cîhanê hêviyeke ku mirovatî bikaribe li ser bijî. Şerê cîhanê yê sêyemîn ku roja me ya îro li hemû derê bûye qeyraneke mezin û nikare xwe bi rê ve bibe zirareke mezin dide demokrasiyê. Loma çareserî sîstema Netewa Demokratîk û modela Rêveberiya Xweser e. Ji ber vê her tim êrîş dikin. Li ser vê esasê ez dibêjim bila hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî li vîna xwe derkevin. Ji ber êrîşên îro tên kirin êrîşên li ser têkoşîna jina azad û berxwedana wê û civakê ye. Ji bo em bikaribin pergala xwe biparêzin em gerek bi yek rih û yek fikrî bin. Ez herî dawi jî soza dewamkirina têkoşîna azadiyê didim, we têkoşîna wan bibe meşaleya rêya me.''