ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2022'YAN

  • 09:00 1 Cotmeh 2022
  • Rojev
 
*Endama Komîteya Jîngehê ya Kongreya Star, Riham Temû êrîşa dewlata tirk a li ser Hevserokên Buroya Edaletê ya herêma Cizîrê ya li Girkê Legê pêk hat şermezar kir û got: "Armanca êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava, pêşengên jin in. Hedefgirtina jinê hedefgirtina civakê ye. Bi hedefgirtina jinê û pêşengên civakê dixwazin civakê belav bikin û tirsê bixin nava civakê. Lê bila baş bizanin em wekî jinên li Rojava dijîn, tu carî natirsin, em ê wekî jin her tim li berxwe bidin û di şopa şehîdên xwe de herin. Heta dawiyê destkeftiyên xwe biparêzin." DÎMEN HEYE
 
* Rêvebera TUAY-DER yê ya Şirnexê Meryem Eşkara, destnîşan kir ku li dijî gritiyan polîtîayek şerekê taybet di dewrê de ne û diyar kir ku bi girankirina tecrîdê re jî ew polîtîka derketine asta herî jor. Her wiha xizmên girtiyan jî destnîşan kirin ku li ser girtiyan û malbatên wan şerekî di warê derûnî de tê meşandin.  DÎMEN HEYE
 
*Jina bi navê F diyar kir ku hikûmet bi qûtkirina înternetê hewl dide berxwedana Îranê biçewisîne û çalakiyên berê yên jinan yên ji bo sergirtinê civakî nebûn lê piştî qetilrina Jîna Mahsa Amîni berxwedan civakî kirin. 
 
*HDP, bi dirûşmeya "Em çareserîne" li Îzmîr, Manîsa, Mugla, Aydin û Antalyayê hevdîtina gel pêk anî. Îdîl Ugurlu ya HDP’î da zanîn ku fikra HDP û HDK’ê li bajarên rojava tê meraqkirin û divê hîn zêdetir ev fikr bigihêje welatiyan. BI DÎMEN 
 
*Jinan ji bo beşdariya çalakiya dê bi pêşengiya Jin bi hev re bi hêz in li Kadikoyê pêk were bang kirin û gotin:"Em ê serhildana jinên Rojhilat silav bikin. Ew çawa li kuçeyan li gel hev disekinin em ê jî bi hev re di nava piştevaniyê de vê pergalê biguherin." BI DÎMEN