Yekîtiya Mafên Jinan a Mexribê piştgirî da serhildana jinên Îranê

  • 13:36 30 Îlon 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Federasyona Yekîtiya Mafên Jinan a Mexribê, bi daxuyaniyeke kuştina Jîna Mahsa Amînî şermezar kir û banga xwedî li derketina berxwedanê kir. 
 
Federasyona Yekîtiya Mafên Jinan a Mexribê, derbarê qetilkirina Jîna Mahsa Amînî de daxuyaniyek da û banga xwedî li derketina serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir. 
 
Federasyona qetilkirina Jîna Mahsa Amînî şermezar kir û got: “Jinan li çalakiyan daxwaza azadî, wekhevî, azadiya hilbijartin û sererastkirina cil û bergan jî di nav de azadiyên takekesî kirin. Tevgerên jinan ên kûrewî di tevahiya dîrokê de li dijî neheqî û zilmê berxwedanek pêşkeş kirin. Jinên li Îranê jî bi berxwedana li qadan bûn domderên vê mîrateyê.
 
Divê jinên cîhanê bi jinên Îranê re di nava piştevaniyê de bin. Divê dorpêça li Îranê bidawî bibe û hêmanên cudahî, tundî û wesayetê bên rakirin. Her wiha em bang li rêxistinên jinan û parêzvanên mafên mirovan dikin ku di nav piştevaniyê de bin."