Hezar roj e winda ye: Gulîstan Doku li ku ye?

  • 13:28 30 Îlon 2022
  • Rojane
AMED - Xwendekara pola 2'emîn a beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Muzurê Gulîstan Doku herzar roj e ku winda ye.
 
Xwendekara pola 2'emîn a beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Muzurê Gulîstan Doku (21), ji 5'ê Çileya 2020'î de winda ye û agahî jê nayê gitin. Di ser windakirina Gulîstanê re hezar roj derbas bûn, lê di dosyaya derbarê windabûna wê de tu pêşketin tune ye. Kesê ku di dosyayê de wekî gumanbarê sereke tê pênasekirin Zaînal Abarakov gelek caran hat binçavkirin û serbest hat berdan. Li gel daxwaza malbat û parêzan jî gûmanbar nehat giritn. 
 
Li gorî belgeya ku do 28'ê Hezîranê de kirin dosyaya Gulîstanê, sînyala telefonê ya gulîstanê ku herî dawî hatiye tespîtkirin û ji kameraya dûrî vîyaduka Sari Sltuk xuya dike ji bo ku bê başkirin ji Buroya Krîmînal re hatibû şandin. Parêzerê malbata Gulîstanê Alî Çîmen, bal kişand ser girîngiya dîmenê kamerayê ku wê ji Buroya Krîmînal bê û gotibû ku ev idkare rewşa lêpirsînê biguhere. Lê hîna jî di dosyayê de tu pêşketin tune ye.
 
Piştî windabûna Gulîstanê vir de malbata ku Zaînal Abakarov gumanbar dibîne di xwaze Zaînal bê girtin.
 
Derbarê windakirina Gulîstanê ku hezar roj qediyan de dayika wê Bedriye Doku axivî.
 
'Mîrî an jî sax ez bi dîtina keça xwe razî me'
 
Bedriye wiha got, "Gelek kes zarokên wan hene. Bila destê xwe daynin ser wicdanê xwe. Bersivekê bidin me. Ez dizanim ku ev bersiv ne  bi min re û ne jî bi gel re ye. Bersîv bi rayedaran re ye. Ne şeva me şev û ne jî roja me roj e. Ez hêvî dikim ku Gulîstanê ji rojevê nekeve. Ez dixwazim demek berî demekê ji keça xwe agahiyekê bigirim.  Mirî an jî sax bi dîtina keça xwe razî me.  Tenê dixwazim agahiyeke derbarê wê de bigirim ev herzar roj e ez bi vê êşê li bendê me. Dilê dayikê êdî debar nake."