Malbata Şenyaşar: Ji ber edalet tune ye zilm didome

  • 11:50 30 Îlon 2022
  • Rojane
 
RIHA - Malbata Şenyaşar di 571'emîn roja çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal got:"Ji ber edalet tune ye zilm didome."
 
Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê adara sala 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 571’ê de berdewam kir. 
 
'Ji ber edalet tune ye zilm didome'
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bi etîketa "Meşa mezin" got:"Li Rihayê birîna edaletê xwîn dibe. Edalet yên ketine bin axê paş de nîne lê belê wê ji wijdanê birîndar re bibe merhem. Ji ber edalet tune ye zilm didome. Di dîrokê de kîja pergal bi zilmê li ser piyan maye?"