Serhildana bi dirûşma 'Jin, jiyan azadî' li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê didome

  • 11:48 30 Îlon 2022
  • Rojane
 
       
NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana bi dirûşma "Jin, jiyan azadî" li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê li gel êrişan dewam dike. 
 
Jîna Mahsa Amînî ya 22 salî ku di 13'yê îlonê de li Îranê ji aliyê polîsên "exlaqê" ve bi hinceta "porê wê xuya dike" rastî îşkenceyê hatibû, di 16'ê îlonê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî mirina Jînayê gelê Rojhilata Kurdistanê û Îranê li dijî rejîma Îranê serî rakir. Greva ku di 19’ê îlonê de li seranserê welat dest pê kir, belavî bi dehan bajajaran bû û çalakiyên protestoyî yên bi girseyî hatin lidarxistin. Jinan bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" li kolanan pêşengiya çalakiyan kirin. Her wiha li çar aliyê cîhanê jî piştgiriya çalakiyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hat kirin.
 
Çalakiyên protestoyî heta duh şev jî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam kir. Gel li qadan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bertekên xwe anîn ziman. 
 
Li bajarê Sine bi pêşengiya jinan li çend herêmên bajêr bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" xelk daket qadan û xwepêşandan kir.
 
Li Tahranê jî careke din dirûşmeyên ji bo rûxîna komara Îslamî ya Îranê bilind bûn û çalakî hatin kirin.
 
Li gorî dîmenên hatine belavkirin, li Tahranê xwepêşandêran heya demeke dirêj dest danîn ser qeymqamtiya bajêr. Li parêzgeha Mazinderan û Gîlan ên dikevin Bakurê Îranê, xelk daket qadan. 
 
Yek ji cihên din ku carek din rabûye serxwe, bajarê Meşhed bû, li Meşhed xelk nerazîbûna xwe anî ziman û xwepêşandan kirin. Li Qumê jî xwepêşandanek girseyî hate lidarxistin û bê navber diruşmeyên ji bo rûxîna rejîmê bilind bûn. Li van herêman di navbera xwepêşandêr û hêzên ewlekariyê de alozî çêbû.
 
Li parêzgeha Kirmanê jî xelk daketin qadan, duh li vê parêzgehê hêzên ewlekariyê êrişî xwepêşanderan kirin. Li Yezid, Sîstan, Beluçistan, Xozistan, Tewrêz, Wirmê û Kirmaşanê jî xwepêşandan dewam kirin. Li Bender Ebasî ya dikeve başûrê Îranê jî bi heman awayî welatî daketin qadan.
 
Xwepêşandan hema bêje li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin. Hêzên Îranê li her deverê êriş dikin, dest bi binçavkirina çalakvanan kirine.
 
Rêxistina Mafê Mirov a Îranê duh êvarî derbarê xwepêşandan û nerazîbûnên li seranserî Îranê hene de daxuyaniyek da. Rêxistinê di destpêkê de êriş û zextên rejima Îranê yên li dijî xwepêşanderan şermezar kir.