Malpera DFG’ê hat astengkirin

  • 11:46 30 Îlon 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN – Malpera enternetê ya DFG’ê ku cih dabû sê nûçeyên binpêkirina mafan a rojnamevanan û astengkirina nûçeyan, hat astengkirin. 
 
Sê nûçeyên di beşa “Tabloya binpêkirinên rojane” ya malpera enternetê ya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) hat astengkirin. 
 
Ev biryara astengkirina her sê nûçeyan binpêkirinên mafan ji aliyê Dadgeriya Cezayê Sulhê ya 9’emîn a Anadoluya Stenbolê û Dadgeriya Cezayê Sulhê ya 1’emîn a Aydinê ve hatiye dayîn. 
 
Her sê nûçe di 25’ê tebaxê û 7’ê îlonê ve di malperê de hatine weşandin. Balkêş bû ku her sê nûçeyên hatine astengkirin jî agahiyên li ser astengkirina nûçeyan bûn.