'Divê çalakvana rojiya mirinê Sîbel Balaç bê berdan'

  • 11:28 30 Îlon 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Tevî ku her diçe rewşa çalakvana rojiya mirinê Sîbel Balaç giran dibe jî ATK berdana wê asteng dike. Serokê ÇHD’a Enqereyê Mûrat Yilmaz diyar kir ku divê ATK demildest ji bo Sîbel Balaç ku 288 roj in di rojiya mirinê de ye biryara tehliyeyê bide. 
 
Girtî Sîbel Balaç a li Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan bi daxwaza darizandina adilane, girtiyên nexweş bên berdan û binpêkirinên li girtîgehan bi dawî bibin, ji 29’ê kanûna 2021’ê ve di çalakiya rojiya mirinê de ye. Tevî ku her diçe rewşa Sîbel Balaç giran dibe jî lê Saziya Tiba Edlî (ATK) berdana wê asteng dike. ATK di rapora herî dawî de ku parêzeran di 23’yê îlonê xwe gihandê diyar kiriye ku hewcehî bi taloqkirina infaza Sîbel Balaç nîne û daxwaza berdana wê red kir. Parêzer diyar dikin ku Sîbel Balaç gelek zeîf bûye û her ku diçe metirsiya li ser jiyana wê zêdetir dibe. 
 
Serokê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Şaxa Enqereyê parêzer Mûrat Yilmaz diyar kir ku divê Saziya Tiba Edlî ji bo Sîbel Balaç demildest biryara berdanê bide û wiha got: “Daxwazên Balaç ji bo rawestandina binpêkirinên mafê mirovan e. Di vê asta em gihîştinê de êdî talûkeya jiyanî ya Sîbel Balaç heye.  Ne pêkan e ku kesek di şert û mercên girtîgehê de di çalakiya rojiya mirinê de li ber xwe bide. Divê ATK têkildarî rewşa tenduristiya Sîbel Balaç raporek amade bide û cezayê wê taloq bike. Niha halê hazir ji bo jiyana Sîbel Balaç êdî saniye jî girîng in. H
 
Heke Sîbel Balaç jiyana xwe ji dest bide jî yên ku pêvajoya neberdana wê dirêj dikin berpirsiyar in. ATK xwe wek dadgehekê dixwe şûna îktidara siyasî. ATK ji wê yekê berpirsiyar e ku ji bo her nexweşî raporên zanistî amade bike. Mesele tenê ne meseleya Sîbel Balaç e. Ev rewş ji bo hemû girtiyên nexweş derbasdar e. Li Tirkiyeyê meseleya girtiyên nexweş bûye meseleyek pergalî. Pêwîste ATK demildest biryara berdana Sîbel Balaç bide.”