Li Îranê 83 kes hatin kuştin, gelek jê zarok in

  • 08:42 30 Îlon 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê diyar kir ku di protestoyên li dijî Rejîma Îranê de heta niha 83 hatin kuştin û gelek kesên hatine kuştin jî emrê wan ji 18 salî biçûktir in. 
 
Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê derbarê bûyerên li Îranê diqewimin daxuyanî da. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew zext û êrişên rejîma Îranê şermezar dikin û hat diyarkirin ku divê rejîma Îranê dawî li çalakiyên li hemberî gel bîne. 
 
Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê diyar kir ku heta niha ji aliyê rejîmê ve 83 kes hatine kuştin. 
 
Her di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gelek kesên di nava çalakiyên protestoyê de cih girtine, gelek aktivîstên civaka sîvîl hatine binçavkirin û hîn jî operasyonên binçavkirinê didomin.