PENa Kurd ji bo piştevaniya serhildana li Rojhilat û Îranê bang kir

  • 15:54 29 Îlon 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - PENa Kurd têkildarî serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê wiha got:"Em wek PENa Kurd vê qirkirinê û hemû qirkirinên Îranê yên li ser gelê kurd bi tundî şermezar û mehkûm dikin. Di heman demê de, daxwaz ji hikûmeta herêma Kurdistanê jî dikin, ku ne tenê bi şermezarkirinê, li dijî destdirêjiyên rejîma Îranê bi awayekî cidî û şênber bertek nîşan bide û rê nede welatên dagirker ên wek Tirkiye û Îranê ku li herêma başûrê Kurdistanê teror û kuştina kurdan pêk bînin."
 
PENa Kurd têkildarî serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê her wiha têkildarî êrişa Îranê ya li ser Gelê Kurd daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de êriş hatin şermezarkirin û hat gotin:"
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Em bang û gazî dikin ku hemû hêzên navneteweyî, PENên hemû welatan û PENa navneteweyî jî dengê jinên azadîxwaz, neteweya kurd û hemû gelên Îranê bibihîze û li dijî tawanên dîktatoriya Îranê û hemû dagirkerên li Kurdistanê pêwîstiyên azadî, demokrasî û mafên mirovan pêk bîne."
 
"Ji Raya Giştî re
 
Di encama qetilkirina jina kurd Jîna Emînî de, çend roj in li rojhilatê Kurdistan û tevahiya Îranê di pêşengiya jin û kurdan de raperînek heye û vê raperînê bandora xwe li her çar milên Kurdistan û cîhanê kiriye, milyonan kes daxwaza şoreşeke azadî û demokrasiyê dikin.
 
Pergala îslamî ya siyasî ya dîktator a Îranê ji şoreşeke wiha gelek ditirse. Baş dizane ku şoreşek wiha dê bibe dawiya wê. Ji ber vê bi awayekî herî hovane êrişî jin, kurd û gelên Îranê yên azadîxwaz dike, wan qetl dike û desteser dike. Di encama van êrişan de heta niha rojnameger, çalakgerên mafê mirovan jin û ciwan jî tê de bi sedan kurd û ji gelên din kes hatine qetlkirin, bi hezaran kes hatine girtin.
 
Pergala dîktator a Îranê wek her carê hewl dide ku bi riya Kurdistanfobîtiyê raperîna kurdan li ber çavên gelê fars û gelên din ên Îranê reş bike, cudakar û terorîstên ku Îranê parçe dikin nîşan bide, ji bo vê jî êrişî kurdan dike. Dixwaze bala gelên din ji raperîna şoreşê dûr bixe û bî pêşî li tevlîbûna gelên din a ji bo têkoşîna şoreşê  bigire.
 
Bi vê armancê, herî dawiyê duh dewleta Îranê êriş bir ser başûrê Kurdistanê û di encamê zarok û jin jî tê de gelek kurd, bi awayekî hovane hatin qetlkirin, gelek kes hatin birîndarkirin û rojnameger Soran Kamêran jî bi xedarî birîndar bûye.
 
Rejîma Îranê dixwaze tola serhildana gelemperiya Îranê ji destpêkerê vê, anku ji kurdan hilîne.
 
Em wek PENa Kurd vê qirkirinê û hemû qirkirinên Îranê yên li ser gelê kurd bi tundî şermezar û mehkûm dikin. Di heman demê de, daxwaz ji hikûmeta herêma Kurdistanê jî dikin, ku ne tenê bi şermezarkirinê, li dijî destdirêjiyên rejîma Îranê bi awayekî cidî û şênber bertek nîşan bide û rê nede welatên dagirker ên wek Tirkiye û Îranê ku li herêma başûrê Kurdistanê teror û kuştina kurdan pêk bînin.
 
Her wiha em bang û gazî dikin ku hemû hêzên navneteweyî, PENên hemû welatan û PENa navneteweyî jî dengê jinên azadîxwaz, neteweya kurd û hemû gelên Îranê bibihîze û li dijî tawanên dîktatoriya Îranê û hemû dagirkerên li Kurdistanê pêwîstiyên azadî, demokrasî û mafên mirovan pêk bîne."