Di êrişên Îranê de 13 kes hatin qetilkirin, yek jê jineke ducanî ye

  • 11:50 29 Îlon 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Îran bi dron û fuzeyan êris bir ser Başûrê Kurdistanê, li gorî bîlançoya nû 13 kes hatin qetilkirin ku yek jê jineke ducanî ye. Herî kêm 58 kes birîndar bûn.
 
Di demekê de ku gel li Îranê rabûye serhildanê, hêzên Îranê êriş birin ser hêzên Rojhilatê Kurdistanî û welatiyên li Başûrê Kurdistanê. Li herêmên Silêmaniye û Hewlêrê, bombardûmaneke giran li baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î), Civaka Kedkar a Şoreşger a Kurdistana Îranê (Komele) û Partiya Azadiyê ya Kurdistanê (PAK) kir.
 
Li gorî servîsên antîterorê yên Başûrê Kurdistanê, di encama êrîşan de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan ku yek ji wan jineke ducanî ye. Her wiha piraniya wan sivîl 58 kes jî birîndar bûn. Di nava birîndaran de sê nûçegihanên qenala televîzyonê ya K24 jî hene.
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku herêm bi fuzeyên balîstîk û droneyên bombebarkirî zêdeyî 70 carî hatiye bombekirin.
 
Li gorî hikumeta Bexdayê bi 20 droneyên bombebarkirî êrîş hatiye kirin. Rêveberiyên Bexda û Hewlêrê êriş şermezar kirin. Fermandariya Leşkerî ya Rojhilata Navîn a DYE'yê Centcomê jî ragihand ku roja Çarşemê piştî nîvro droneyeke ber bi Hewlêrê ve diçû û 'Ji bo hêzên Centcomê gef bû' hatiye xistin.
 
Washîngtonê 'êrîşên kustah' ên li ser serweriya Iraqê şermezar kir. Londonê jî bang li Tehranê kir ku bombardûmanê rawestîne.
 
Berlînê ev rageşî weke rewşeke 'nayê qebûlkirin' pênase kir. Parîsê jî 'binpêkirina serweriya Iraqê' ji aliyê Tehranê ve, şermezar kir.